26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Komcivîna Encumena Wezîran a Federal li Hewlêrê lidarket

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr/ Kabîneya hikûmeta Iraqê bi serokatîya Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê û bi beşdarîya Nêçîrvan barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê Duhî li hola Seid Ebdullah a Hewlêrê kombûneka asayîya heftane ya xwe saz kir.

Kombûna duhî ya encûmena wezîrên Iraqê li Hewlêrê, piştî ewê çendê dihêt, ku peywednîyên asayîyên navbera Hewlêr û Bexdadê bi egerê çendîn arîşe û giriftên navbera wan ve rastî alozîyê hatibûn. Kombûna îro piştî gihîjtina serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û wezîrên kabîneya hikûmeta wî bo Hewlêrê û pêşwazîkirina wan ji alîyê serokê herêma Kurdistanê , serokwezîrê Kurdistanê û serokê parlemana Kurdistanê û çendîn berpirsên pile bilindên Kurdistanê dihêt.

 

Nûçeyên têkildar