25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî bi hev re civyan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr/ Bi armanca çalakkirina komîteyên hemahengî yên navbera Hewlêr û Bexdadê, bo çareserîya arîşeyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendîya Iraqê, îro serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê bi hev re kom bûn ku cihgirên her du serokwezîran jî di kombûnê de amade bubûn.

Duhî serokwezîrê Iraqa federal Nûrî Malikî û wezîr û endamên kabîneya hikûmeta wî bi du firrokeyên cîyawaz bi rêya firokexnaneya navdewletîya Hewlêrê gihîjtine herêma Kurdistanê û ji alîyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Erselan Bayîz serokê parlemana Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Ev serdana Malikî piştî ewê serdana Nêçîrvan barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdadê dihêt, ku nêzîkî heyvek berî niha serdana Bexdadê kiribû û bi berpirsên pile bilindên hikûmeta Iraqê û serkirdeyên partîyên siyasîyên Iraqê re kom bubû.

Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê bi mebesta xavkirina alozîyên navbera Hewlêr û Bexdadê, ew serdan encam dabû û serdana niha ya Nûrî Malikî serokwezîrê hikûmeta navendîya Iraqê her di heman çarçoweyê de ye. Jêder PNA

Nûçeyên têkildar