Nûrî Malikî gehişte Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info/ Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî berî kêliyekê li gel şandekê gehişte Hewlêrê û jibal serok Barzanî, Kosret Resûl, Serokwezîran û serokê perlemana Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Tê çaverêkirin ku Malikî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bicive û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj bikin.
Wezîrên hikûmeta Malikî bi firokeyeke sivîl û Malikî bi firokeyeke serbazî gehişte Hewlêrê. Li gor ku berê hatibû ragehandin dê civîna Encûmenê Wezîran a Iraqê li Hewlêrê bê girêdan




