Rewşa mirovatiyê li Efrînê gelekî xerabe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Eve pitirî deh rojane li herêma Efrînê şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûbên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad de didome.
Serokê Komîteyên Bihara Kurdî li Sûriyê Xoşnav Hemo ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku rewşa mirovatiyê li Herêmê kambax bûye.
Xoşnav Hemo diyar kir ku gundên Çiyayê Lêlûn, hem ji aliyê grûbên girêdayî Lîwaya Tewhêd û hem ji aliyê hêzên rejîmê li Nubul û Zehra ve tên topbarankirin. Hemo ragihand ku ev yek bûye sedema reva gundiyan a ber bi bajarê Efrênê ve.
Serokê Komîtên Bihara Kurdî debarê şerê li herêmê diqewime de jî wiha got: "Despêkê şer di nav bera şervanên Lîwayê Tewhîd ên girêdayî Artêşa Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê de derket. Ji ber ku ew lîwe, YPGê bi têkiliya bi rejîm û alîkariya bi herdu bajarokên Nubul û Zerhra re tometbar dike."
Xoşnav Hemo got ku hejmarek zêde ya rêwiyên herêma Kurdaxê ji aliyê Artêşa Azad ve dîl hatibûn girtin û tevî ku pirraniya wan serbest hatibûn berdan, lê rastî reftara xirab, sixêf û gefa kuştinê hatibûn.
Serokê Komîteyên Bihara Kurdî Xoşnav Hemo got ku duh hêzên Lîwaya Tewhîd derbasî gundê Bênê bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Agir berdan zeviyekî gund û nîşanvan li ser minareya mizgefta gund û xaniyên bilind belav kirin." Jêder PNA




