Di du demên cihê de Mistefa digel sefîrê Fransayê û berprisa sefaretxaneya Kandayê civiya

Felha Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê, digel Denîs Gawer sefîrê Fransayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de her du aliyan behsa rêkeliyên navbera Hewlêr û Parîsê û mekanîzma pêxistina wan têkeliyan kir.
Di civînê de ku, Alan Geet Xat konsulê Faransayê yê herêma Kurdistanê amade bû, sefîrê Fransayê got ku, ev cara deyemîn e ew serdana herêma Kurdistanê dike û Kurdistan di hemû waran de gelek pêşkeftiye û got ku, ew hatiye herêma Kurdistanê daku bi berprisên Hewlêrê re behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê û deverê gotûbêj bike.
Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkjeliyên derve got ku, kirîza Îraqê bi hevbeşiya rasteqîne di îdarekirina Îraqê de, tewafiqa niştimanî û çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê tê çareserkirin.
Hilbijartinên herêma Kurdistanê ku, biryare di meha îlona bê da bên kirin û kirîza Suriyeyê û rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê û pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê mijarên din yên civînê bûn.
Her di heman roj de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û xatûn Stefanî Dohîm berpirsa karûbarên sefaretxaneya Kanadayê a li Bexdayê li Hewlêrê civyan û çend mijarên giring gotûbêj kirin.
Di xaftinekê de berpirsa karûbarên sefaretxaneya Kandayê got ku, ew kêfxweş e carek din serdana herêma Kurdistanê dike û hêvî xwest ku, têkeliyên navbera welatê wê û herêma Kurdistanê zêdetir pêşbikevin:
- Wezareta derve ya Kandayê bi giringiyeke mezin li herêma Kurdistanê dinêre û dixwaze sewyeya têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê berfirehtir bike. Gelek kompaniyên kanadayî li herêma Kurdistanê kar dikin û ew daxwaz dikin ku, ji bona hevkarî û hêsankariyan, Kanada nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê veke.
Felha Mistefa di axaftina xwe de got ku, herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziyê li her pêngaveke hikûmeta Kanadayê di warê vekirina ofîsa nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê dike:
- Em dixwaz in zêdetir sud ji sîstema federalî û tecrûbeya serkeftiya welatê Kanadayê di hemû waran de werbigirin.
Rewşa Îraqê û têkeliyên nevbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû.





