Erdogan bersiva xwenîşanderan da

Stenbol-Ajans/ Serekwezîrê Turkîyê Receb Teyîb Erdogan daxwaz dike ku nerazîbunên kê dijî hikûmeta wî bi dawî bibin.
Duhî roja înê 7/6/2013 bi hezaran piştevanan bi dirûşma Allah û Ekber li Firokxana Ataturk ya bajarê Stenbolê pêşwazî li Erdogan kirin.
Erdogan got: Em rê nadin her kesekî reftareke ne qanûnî li vî welatî jibo têkdana bajaran, mulk û samanê taybet yê xelkê û ziyanê bigihîne gelê me.
Herweha grûpa Tirûbûn yê piştevanê Taksîmê ku rêxistineke serekî ya xwenîşanderan e, 6 merc jibo bi dawîkirina xwenîşandanan destnîşan kir ku ji van xalan pêk tên:
- Kişandina biryara hikûmetê ya derbarê têkdana Parkê Gaz ya Stenbolê.
- Destjiakarkêşana berpirsên polîs yên Stenbol,Enqere û Izmîrê.
- Dadgehkirina ew polîsên ku tundûtîjî li dijî xwenîşanderan bi karanîne.
- Qedexekirina bikaranîna Gazê rundikrêj û azadkirina tevaya xwenîşdanderên desteserkirî.




