26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyê li serdana Malikî bo Hewlêrê dike

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serdana Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê dike.

Di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, ew pêşeaziyê li serdana çaverêkiriya serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê dike:

- Ez bi navê xwe û bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li serdana serokwezîrê Îraqa federal birêz Nurî Malikî û pêkanîna civîna civata wezîrê Îraqê û encamdana danûstandinên siyasî di navbera her du aliyan de dikin. Em hêvîdar in ku, ev destpêşxeriye berhemdar be û bibe destpêkek baş bo çareserkirina pirsên hilawîstî û mokimkirina têkeliyên navbera Bexda û Hewlêrê.

Weke tê çaverçkirin, di van rêjan de dê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê serdana Hewlêrê bike û civîna civata hikûmeta Îraqa federal li Hewlêrê saz bike

Nûçeyên têkildar