Cebar Yawer: Heta madeya 140 ê neyê cîbicîhkirin Pêşmerge venakişin

Hewlêr-KDP.info/ Wezareta Navxwe ya Iraqê di beyannameyekê de daxwaz ji hêzên Pêşmerge û berpirsên dosya ewlekariyê ya li Herêma Kurdistanê kir ku, ji navçeyên Silêman Bek û Xurmatû yên parêzgeha Kerkûkê vekişin, lê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer tekez kir ku heta madeya 140’ê neyê cîbicîhkirin pêşmerge ji wan navçeyan paşde venakişin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer jî bersiva Wezareta Navxwe ya İraqê da û got: " Hebûna hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê yasayî û destûrî ye, herwiha heta madeya 140’ê neyê cîbicîhkirin ew hêz qet paşde venakişin."
Cebar Yawer wiha jî axifî: " Mebesta hêbûna pêşmergeyan li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê parastina ewlekarî û derxistina grupên terorîst e ji wan navçeyan û bi hevahengiya ligel artêşa Iraqê kar erkê xwe birêve dibin




