Sekreterê mekteb siyasiya PDKê û Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê civiyan

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî pêwşaziya Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê Paul Stphen û heyeteke pê re kir.
Di civîneke de Fazil Mîranî behsa rewşa niha ya Kurdista û Îraqê kir û ragehand ku, rewşa niha ya Îraqê rewşeke gelek aloz û metirsîdare û dibe part û aliyên siyasî yên Îraqê gelek bi hestiyarî tev bigerin û hewl bo çareser kirina kêşeyên heyî û parstina berejwendiyên welat bidin.Mîranî di derbarê rewşa Kurdistanê de jî eşkere kir ku, rewşa Kurdistanê hevdem ligel hebûna cudatiyan jî rewşeke arame û hebûna cudatiyan jî di navbera part û aliyên siyasî de yek ji bingehên sereke yên demokrasiye.
Li hember de jî Konsolosê Amerîkayê yê li Hewlêrê eşkere kir ku, rewşa Kurdistanê li deverê de rewşa herî beşe û rola Serokatiya Kurdistanê jî bo bihêz kirina çanda diyalog û danûstandinê bi roleke girîng û erênî wesif kir. Jêder KTV




