26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesirur Barzanî mizgîniyekê dide xelkê parêzgeha Dihokê

Çavkanî: KDP.info

 Dihok-KDP.info/ Di roja diwê ya seredana xwe da bo parêzgeha Duhokê, Mesrûr Barzanî endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li gel zaniyên olî û mamostayên zankoyê û kadirên rêkixirawên cemawerî li sinorê her pênc liqên devera behdînan kumbû. 

Mesrûr Barzanî mizgîniyeka giring da xelkê parêzgeha Dihokê û ragehand ku razîbûn hatî ye wergirtin bo damezirandina zankoyeka giring bi navê zankoya emirîkî li Dihokê û hêvî xwast ev zankoye bibe dergehekê giring bo pêşxistina astê zanistî û zanînê li Kurdistanê û Îraqê bi giştî û li devera Dihokê bi taybetî.  Mesirur Barzanî amaje bi zaravê "sazana nîştmanî "kir ku li vê dûmahiyê hindek aliyên siyasî rojane bazarî pêdikin û got "ev çende bi tinê wek rêyeke bo bicihînana meremên wan yên siyasî". 

Mesrûr Barzanî xuyakir ku partî heqe şanazyê bi helwîstê xwe bike li dor pirojê distûrî, çunkî berevanîkirina partî ji êxistina pirojê distûrî herêmê bo rîfirandumê, berevankîrine ji pirinsîpên qanûnî û parastina mafên tevaya xelkê Kurdistanê bê guhdana ra û boçûnên aliyekê yan bîrûboçûneka siyasî ya taybet.

Nûçeyên têkildar