25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sêyemîn kongreya Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê bi dawî hat

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêyemîn kongreya Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê di sêyemîn roja xwe de tevî derxistina çendîn biryarên girîng dawî bi karên xwe anî.

Di roja dawîn ya kongreyê de komîteyeke 7 kesî bo serokatî kirina yekîtiya han hilbijart.

Biryare di rojên pêşiya me de di nava komîteya 7 kesî de jî Serok û Cîgirê Serokê yekîtiya dadwerên Kurdistanê werin hilbijartin.

Bi minasebeta destpê kirina 3mîn kongreya yekîtiya dadwerên Kurdistanê îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî vê kongreya han kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz endamên sêyemîn Kongreya Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê

Amadevanên birêz

Xuşk û birayên xweşdivî

Ev dema we başGelek xweşhalim bi wê yekê ku desthilata dadwerî û dam û dezgehên dadweriya Herêma Kurdistanê roj bi roj berev pêşve hengavan davêje û kar ji bo çespandina serweriya yasa û kultûra yasaparêziyê dike. Kongreya we jî ji bo pêşxistina bingehên serbixweyiya dadgehan û serbixweyiya yasa û rêdana bêaliya li nav dam û dezgehên dadweriyê da hengaveke.

 

Dadperwerî û pêkanîna dad li welat da payeyekî girîngê dewletdariye ku divê sedema dirustbûna baweriya li navbera welatiyan û sîstema fermanrewayî. Her demek bawerî li navbera xelk û sîstema fermandariyê dirust bû wê wateyê digihîne ku dewleta heq û dadperweriyê berpa û belav bûye. Baweriya welatiyan jî dema dirust dibê ku hest bi asayîşê bikin û ew baweriya wan dirust bibê ku yasa bi bê cûdahî li ser hemû kesek bi cîh dibe.

RêzdaranHeta serbixweyiya desthilata dadwerî û serweriya yasa neyê holê û aramî û geşbûn û întîma ji bo welat jî dirust nabê. Serweriya yasa û serbixweyiya dadwerî jî tenê bi diruşm û axaftinan pêknayê belku hengavên kirdarî û îdarî û kargêrî pêwîste. Cihê xweşhaliyê ye Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna serbixweyiya dadweriyê wan hengavan destpêkiriye. Hengavê girîng û ciddî jî bi wê rêyê de ewe bû ku li sala 2007 da Parlemena Kurdistanê yasaya desthilata dadweriyê derxist û bi vê karê desthilata dadwerî li desthilata cîh bi cîh kar cûda bûye. Her wiha li sala 2011 da ji bo pêgihandina dadweran peymangeha qezayî damezra. Ev hengaveke girînge ji ber ku li şûna wê yekê ku dadwer bi te'în bê danan li rêya pêgihandinekî akademî û zanistî ve tê diyar kirin.

Min hêviyeke zêde bi paşaroja dadgeh û desthilata dadwerî û serbixweyiya tevahiya dadwerî li Herêma Kurdistanê da heye. Serbixweyiya tevahiya dadwerê jî bi vî awayiye ku dadwer tenê girêdayî wîjdana xwe û pîşeyîbûn û bingehên dadperwerî û deqên yasayiyan bin û nabê tu kesek bi navê desthilata siyasî û îdarî yan nifûza maddî tevlî nav karubarê dadgehê bibe û li ser biryar û hukmên dadgehê kar bike.

Li dawiyê de pîrozbahiyê li sazkirina kongreya we ya rêzdar dikim û hêviya serkevtinê ji bo we dixwazim û palpiştiya tevahiya xwe û Serokayetiya Herêmê ji bo karên we û desthilata dadwerî radigihînim û hêvîdarim kongre bi biryar û encama erênî û baş bi dawî bibe û xizmeta serbixweyî û pêşveçûna karubarê dadweriya li Herêma Kurdistanê de bike.

Her serkevtî bin

Nûçeyên têkildar