Cîgirê serokê hikûmetê digel şandeyeke almanî civiya

Îro (17.06.2012) li bajarê Hewlêrê, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, digel Rolf Olrîş konsulusê Almaniyayê yê li herêma kurdistanê civiya.
Di civînê de ku, cîgirê berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî amade bû, konsulusê Almaniyayê yê li herêma kurdistanê behsa kar û xebatên welatê xwe yên ku li Kurdistanê encamp didin kir û got ku hebûna hijmareke rêxistin û saziyên almanî yên weke; akademiya Gota, ofîsa lihevguhertina zaniyariyan û xwendingeha almanî a li Hewlêrê kir û got ku hebûna van saziyan ji bona xurtkirina têkeliyên kulturî di navbera her Hewlêr û Berlînê de gelek giring in.
Şandeya konsulxaneya Almaniyayê a li Hewlêrê behsa têkeliyên bazirganî û aborî yên di navbera Kurdistan û Almaniyyaê de kir û got ku, ew dê ji bona ku sermayedar, bazirgan û kompaniyên almanî li herêma Kurdistanê beşdariyê di pirosesa avadankirinê de bikin dê rêxweşker bin.
Cîgirê serokê hikûmetê jî di axavtina xwe de tekîd li ser pêşxistina têkeliyên di hemû waran de digel Almaniyayê kir.
kirîza siyasiya Îraqê mijareke din a civîna navbera cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê û konsulusê Almaniyayê yê li Hewlêrê bû. Her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, dive hemû pirsgirêkên Îraqê bi rêya diyalog û li gor destûra Îraqê bên çaerserkirin û hemû alî ji bona xurtkirina tecrûbeya demikrasiyê li Îraqê bixebitin




