Li Stambolê xwepêşandan berdewamin

Stambol-Ajans/ Beşdarên çalakiya protestoyên cemawerî, ku ji roja îna çûyî ve li navenda Stambolê tên birêvebirin, tev lêborîna hikumeta Turkyê jî ne bimebestin xwepêşandanên xwe rawestînin.
Ew xelkên ku, dakitine kolanan dibêjin ku, heta serokwezîr Erdogan gotara şirovekirnê ji gel re pêşkêşneke, protestoyên li navenda Stambolê wê berdewam bibin.
Cîgirê serokwezîrê Turkyê Byolent Arînç roja çûyî ji zirarkêşên jiber çalakiyên polîsan di dema belavkirna xwepêşanderan li meydana Teqsîm lêborîn xwest û bang li xwepêşanderan kir jibo protestoyên xwe rawestînin. Lê wî nexwest lêborînê ji kesên, ku ev bêaramî li bajarên Turkyê provokasyon kirne û azadiya welatiyên Turkyê têkbirne bixwaze. Bi hezaran xurtên ciwan, ku temenên wan ji 20-heta 30 salî ne, li meydana Teqsîm û parka derdora wê -Gezî bicîbûn.
Daxwaza hikumeta Turkyê jibo li deswa vê parkê navendek bazirganî ava bike hişt, ku protestoyên cemawerî li Stambolê birêvebiçin.




