Kurdên Sûriyê amadene di konfêransê Cinêv 2 de beşdar bibin

Ajans/ Wezareta karê derve yê Rûsyayê roja sêşemê ragihand, ku kurdên Sûryê piştgirtiya inîsyatîva derbarê birêvebirna konfêrans Cinêv 2 jibo çareseriya pirsgirêka li Sûryê dikin û amadene têde beşdar bibin.
Nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê jibo Rojhilata Navîn Mîxail Bogdanov roja sêşemê pêşwazî li şanda Civata Bilind ya Kurdên Sûryê kir. Mijara sereke ya vê hevdîtinê amadekirna jibo konfêransê `Jênêv-2` bû.
Wezareta karê derve yê Rûsyayê di beyannamekê de ku duh li ser malpera xwe ya fermî belav kiribû ragihandiye ku Kurdên Sûriyê amadene bi temamî tevlî prosesa çareseriyê bi rêya diyaloga niştimanî ya Sûrî ya berfereh bibin bo biyarkirina pêşeroja demokratîk ya welat û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê.




