NY û Fransa: Çekên kîmyawî li Sûrîyê hatine bikaranîn

Ajans/ Roja sêşemê wezîrê Karêderve yê Firansa`yê Loran Fabyos di daxuyaniyekê de ragihand, ku Hikûmeta Firansa yê " Di wê beweriyê de ye ku li Sûriyê çend caran Gaza Sarînê weku çek bikarhatiye".
Febyos tekez kir ku lêkolînên Firansa yê li ser hin nimûneyên ku ketine destê de, diyarkeriye ku Gaza Sarîn di nav van nimûneyan de ye, ji ber vê yekê Firansayê di wê beweriyê de ye ku li Sûriyê çend caran Gaza Sarîn bikar hatiye.
Ji aliyekî din ve û di raporteka Neteweyên yekbûyî dibêje ku belgeyên bawerpêkirî hene ku jimareke biçûk ji çekên kîmyawî li Sûrîyê hatine bikaranîn, li dema ku Fransa roja Sêşemê got ku ew piştrast e gaza Sarin çend caran hatiye bikaranîn.
Paulo Pinheiro jî, berpirsê Komisyona NY ya Vekolîna li ser Sûrîyê, jimara qurbanîyên nakokîya temen du sal ya Sûrîyê tekez kir li dema ku raport pêşkêşî Civata Mafên Mirovan ya NY kir.
Raporta komisyonê dibêje belge têrê nakin ku biryar were standin ku çi çekên kîmyawî hatine bikaranîn û kê ew bikar anîne. Raport dibêje, ew encamdan dê taqîkirina laşên qurbanîyan bivê û herwiha danheva nimûneyan ji cihê ku êrîş lê pêk hatine.




