Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta roja cîhaniya jîngehê peyamekî ragihand

Bi helkefta roja cîhaniya jîngehê daxwaz li hemû welatiyên xweşdivî û dam û dezgehên hikûmî û rêxistinên civaka medenî dikim hemû şiyanên xwe ji bo parastina jîngeh û siruşta welat bikin. Kurdistan jîngeh û sirûştekî xwe ya xweşik û dilfireh heye, erkê ser şana me hemûyane dest bidin hev û ji pîsbûn û têkdanê biparêzîn. Pêwîste jîngehparêzî bibê çand û kultur û li jiyana hemû takekî vê civakê de reng bide.
Jîngehparêzî û paqij ragirtina xweza û siruştê kultûrekî şaristanî û mirovdostaneye. Ew gelê bikarê jîngeh û sirûşta xwe biparêzê dikarê qonaxên medeniyet û pêkvejiyan û aştiyê bi baştirîn awayî derbas bike û paşarojeke geş li benda wane.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/06/2013




