Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Perwaz Husên Dike

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergûşî li ser rûpelê xwe yê Facebookê belav kir ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo Perwaz Hûsên aniye ziman, û destxweşiya wê dike û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.
Çavkanî eşkere kiriye ku, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her di destpêka beşdarî kirina Hunermenda Kurd Perwaz Husên di bernameya areb idol de piştgîriya wê kiriye û hertim wenêrîn bo nûçeyên di derbarê wê de kiriye û niha jî bi gehêştina Perwaz Husên bo vê asta han gelek kêfxweşe û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî wê dike.
Sekreterê rojnamewaniya Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku, Barzanî bi rêya kompaniyên telekomê ve hijmareke gelek zêde deng bo Perwaz Husên kom kiriye û ev hevkarî û piştgîriya han vê roleke gelek girîng di bilind kirina asta Perwaz Husên de bilîze.
Heftiya borî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed bi nûnertiya serokê civata wezîran wekî piştgiriyek ji bo Perwaz Hûsên, di bernameya Arab İdol de amade bibû.
Perwaz Hûsên xwendekara kolêja hunerê ciwanan a Hewlêrê ye û ji bo tevlî pêşbirkên Areb İdol bibe, niha li Libnanê ye. Perwaz di çend bernameyan de bi cilûbergên kurdî beşdar bû û stranên kurdî got.




