26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: "Çima bi awayekî eşkere nabêjin me destûr navê? "

Çavkanî: KDP.info

Duhî li ser pêgeha civakî ya facebookê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek di derbarê projeya destûra bingehîn ya Kurdistanê de belav kir û ragihand ku, demeke dirêje part û aliyên siyasî di daxuyanî û ragehandinên xwe de wisa nîşan didin ku, qaşo em li ser meseleya projeya destûrê dixwazin dest bi lihevkirina nîştimanî bikin, bo çareser kirina meseleya destûr hate niha ti tiştek nehatiye kirin û wisa diyar ku, dixwazin babetekî girîng weke destûr bi tenê bo lîstokên xwe yên siyasî bikar bînin ne jî ji bo xemxoriya paşeroja welat û jiyana nibşên paşerojê.

 

Pirs ewe ku, gelo eger naxwazin lihev bikin çima bi eşkere nabêjin ku, em destûr naxwazin? Eger bi rastî dixwazin welatê me bibe xwedan destûr vê demê çima naxwazin ev meseleya han çareser bikin û nêrîneke eşkere û pêngaveke erênî navêjin?

 

Eger di vê derbarê de jî ti tiştek bi wan re tuneye vê demê çima pêşî li gel digirin û derfet nadin gel vê meseleya han çareser bike?

 

Ya werin kerem bikin ba li hev werin ev lihev hatina ku, hun basa vê dikin anjî dibe gel biryara xwe bide û gel jî ev biryara han her dide.

 

Nûçeyên têkildar