25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civata wezîran pirojeyê biwîlayetkirina Helebceyê qebûl kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Îmad Ehmed, duhî li bajarê Hewlêrê civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê salyada damezrandina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku, rewşa saxlemiya ma Celal Talebanî serokomarê Îraqê baş bibe "ji ber ku, hebûna Talebanî li Bexdayê di vê qonaxa hesas de ya ku Îraqê tê de derbas dibe giringe."

Serokwezîr got ku, hikûmeta Îraqê komîteyên taybet ji bo cîbicîkirina rêkeftinameya vê dawiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmza kirin, pêkanîne  û ev yek jî pêngaveke erênî ye. Serokê hikûmetê got ku, herêma Kurdistanê  li benda hatina Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bo Hewlêrê ye û ”divyabû ew zûtir bihataye lê belê ji ber rewşa Îraqê hatina wî bo Hewlêrê hat paşxistin.”

Mijareke din a civnê pirsa biwîlayetkirina Helebceyê bû û di vê çarçoveyê de komîteya amadekirina pirojeyê biwîlayetkirina bajarê Helebceyê ku, ji wezareta navxwe, wezareta pilandanan, wezareta edaletê, waliyê Silêmaniyê û cîgirê serokê dîwana seroaktiya civata wezîran pêk tê, rapora xwe pêkeşî civînê kir û di raporê de meseleyên îdarî, qanûnî û tixûbên wîlayetê hatibûn diyar kirin. Li gor wê raporê Şarezur, Seîd Sadiq û Pêncwîn dê ser bi wîlayeta nû Helebceyê ve  bin.

Civîna civata wezîran rapor qebûl kir û razîbûna xwe li ser biwîlayetkirina Helebceyê diyar kir. Li gor destûra Îraqê divê civata wezîrên Îraqê jî qebûl bike Helebce bibe wîlayet û ji bona vê yekê dê gavên pêwîst bên avêtin.

Civata wezîrên Kurdistanê reşnivîsa qanûna parastina maf û erkên nexweşan ku, ji aliyê wezareta saxlemiyê ve hatibû pêşkeş kirin, pesind kir. Ev qanûn maf û erkên nexweşna diyar dike û dê parastina maf û erkên nexweşan garantî bike.


Di dawiya civînê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, divê wezîr berdewam serdana saziyên ser bi wezaratên xwe ve bikin û ji nêzîk haydarî pirsgirêk û pêdawîstiyên wan bibib û ji bo çareserkirina wan arîşeyan biryarên pêwîst bidin.

 

Barzanî tekîd li ser şorkirina desthilatan ji jor û jêr kir û got:

- Pirsgirêka serekî û hokarê yekemîn yê dirustbûna aloziyên îdarî li herêma Kurdistanê sîstemê me yê îdarî ye, me sîstemekê îdarî yê xerab heye ku, li ser esasekî kevin û nebaş hatiye avakirin dibê bê reforim kirin.

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di axaftinekê de daxwaz ji  wezîran kir ku, bedewam digel sazî û rêvebiriyên serbi wezaratan ve di nav têkeliyên gerim de bin û pirsgirêk û pêdawîstiyên wan bişopîn in.
 

Nûçeyên têkildar