26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sebah Saidî: Nûrî Malikî rewayîya sîyasî ji destdaye

Çavkanî: KDP.info

Endamê serbixwe yê di parlîyamenta Iraqê de ragihan, ku Nûrî Malikî rewayîya sîyasî ji destdaye û mana wî jî li ser desthilatê tenê li ser demê maye.


Di evê derbarê de li gorî siteya KTV, Sebah Saidî di bêjedanekê rojnamevanî de ragihand, ku pirosesa wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî yek ji wan rêyên demokrasîyê ye û gerek ewên deng bi destûrê dane rêza demokrasîyê bigirin.


Herweha Saidî daxwaz ji hemû alîyekî kir, ku pêdivîye darêştina pîlan û gunehbarkirina hevdu di welêt de nehêlin, weha jî da nîşandan, ku pêdivîye rexnegirtin û guhartina desthilatê li welêt were qebûl kirin.
 

Nûçeyên têkildar