26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nivîsgeha Sedir: Pêwendîya telefonî navbera Malikî û Sedir dawî bi qeyrana sîyasî ne anîye

Çavkanî: KDP.info

Jêderekî ji nivîsgeha Sedir weha da xuyakirin, ku di derbarê ewê telefonê de ya roja pêncşema çûyî 14/6/2012 navbera Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê û Muqteda Sadir serokê rewta Sedir dawî bi evî tengasîyê ne anî.

Di evê derbarê de li gorî rojnama "Rudaw", evî jêderî weha da nîşandan, ku di evê peywendîyê de herdu alîyan guftûgo li ser qeyrana sîyasî niha ya Iraqê kirin, lê herdû alî  bo dawî hatine evê qeyranê negihan ti çareserîyekî.

Heman jêderî weha jî ragihand, ku herdu rewta Sedir û Malikî dê bi hevdure di çend rojên bihên de kombûnekê bo destpêkirina guftûgoyan di derbarê dawî hatina qeyrana sîyasî Iraqî saz bikin.
Lê belê heta niha cihê evê kombûnê nehatîye xuyakirin.

Hêjayî gotinê eve yekemîn peywendîya telefonîye ji destpêka evê qeyranê de navbera Malikî û Sedr tê encamdan.
 

Nûçeyên têkildar