Îro Komîta Berpirsa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kombûnekê saz dike

Endamê lîsta Iraqîye Telal Huseyîn ragihand, ku biryara îro yekşemê 17/06/2012 komîta berpirs a vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê bi pişikdarîya nûnerên hersê alîyên pişkdar di kombûna Necef û Hewlêrê kombûnekê saz bikin.
Di evê derbarê de li gorî ajansa Aknews, Telal Huseyîn got, ew alîyên ku muhr li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirine, li gorî mîkanîzma ku di karên wan de hatîye xuyakirin li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî berdewam in.
Weha jî da nîşandan, ku komîta berpirs a vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî, dûre ji her muhrekî tayefî û mezhebî, bo vegerandina destûrê û pişkdarîkirina alîyan di desthilatê de û rizgarîkirina welat ji evê takrewîyê kar dike.




