Kurdên Rusiya: Serok Barzanî dişêt bi rolê xwe yê hekîmane pirsa rojavayê Kurdistanê çareser bike

Rojnama Evro/ Kurdên Rusiya û Qefqasiya bo piştevaniya çarekirina pirsa kurd li Turkiya û komkirina harîkariyan bo rojavayê Kurdistanê çendîn kombûn encam dan û di kombûnan da daxwaz ji serokatiya herêma Kurdistanê kirin rolê xwe yê hekîmane di çarekirina pirsa kurd û nasandina Rojavayê Kurdistanê bo cîhanê da bigêre.
Rojnamevan Avreş Êzdî li bajêrê Mosko yê paytexta Rusiya bo rojnama Evro ragehand ku kurdên Rusiya, Kazaxistan û Ermenstanê di nava heftiyekê da sê kombûnên cuda bo piştevanîkirina çareseriya pirsa kurd li Turkiya û komkirina harîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê sazkirin û li kombûna Mosko ya ku li roja 1/6/2013 hate sazkirin û nêzîkî 200 kes ji rewşenbîr, nivîser û welatiyên kurd berhev bûn û mamosta xidir birukî axivtin li ser merema kombûnê kir û diyar kir ew ji Kurdistanê gelek dûr in, lê her pêşkevtineka li her çiwar parçên Kurdistanê karîgeriyeka gelek mezin li wan dike û got: " Îro herêmeka me ya azad bi serokatiya serok Barzanî heye û li rojavayê Kurdistanê jî herêmeka dî ya kurdan dirust dibe û li bakur jî qonaxa aştiyê destpêkirî ye û ew hemû pêşkevtin dilê me gelek xuş dike û hîviyeka mezin bo dirustkirina dewleteka serbixwe ya Kurdistanê jî li gel me da dirust dike."
Xidir herwesa diyar jî kir ku hîviyeka mezina gelê kurd bi serok Barzanî heye ku rolê xwe yê hekîmane di çarekirina pirsa kurd da li bakurê Kurdistanê bigêre û got: "Ez daxwaz ji serokê rêzdar dikem ku nehêle şerekî navxweyî li Rojavayê Kurdistanê jî dirust bibe û harîkariya xelkê me bike ji ber ku hebûna wî baweriya me ya bi azadyê û jiyaneka bi rumet dirust dike û hemû alî jî guhdariya rêzdar Barzanî dikin."
Li bajêrê Êrîvan yê paytexta Ermenstanê jî nêzîkî 250 kes ji kurdên Êzdî kemipîneka harîkariyê bo kurdên rojava dane destpêkirin û mala kurdan û dikandarên kurd serperştiya kemipînê dikin û li dûv zaniyariyan di nava heftiyekê da harîkariyeka baş hatî ye komkirin.
Li bajêrê Alima ata yê kazaxistanê jî bi dehan welatiyên kurd kombûnek bo piştevaniya çarekirina pirsa kurd li bakurê Kurdistanê sazkirin û piştî gengeşeyên mezin ku nêzîkî 130 rewşenbîr û nivîser û welatiyên kurd berhev bûn, ji hikûmeta kazaxistanê daxwaz kirin ku piştevaniya qonaxa çareseriya li Turkiya bike, herwesa encamên kombûnê wek raportek hate nivîsandin û bi rêya şandekî gehandine hikûmeta kazaxistanê




