Iraqîye: em Malikî didin ber dadgehê

Bêjedarê Îtîlafa Iraqîye " Heyder Mela" di beyannameyekê de ragihand, ku ew parlîyamenterên muhr ji bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirine, bi " pilangîr" ji alîyê Nûrî Malikî ve tên gunehbarkirin.
Di evê derbarê de li gorî rojnama " Rudaw", Mela weha got, ewên muhr li ser vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirine, tekez dikin, ku ew gunehbara han wan zêrdetir rijd dike bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî.
Weha jî got, " ev gunehbara han di çarçoveya qanûnî de siza li ser heye, ji ber evê çendê jî em daweka qanûnî li ser Malikî tomar vedikin."
Mela weha jî da xuyakirin, ewên muhrkirine her yek ji wan nûneretîya lêvegera olî, sîyasî, komarî û êl û eşîret dikin.
Weha jî got, serokê herêma kurdistanê sîmbolê niştimanîya kurdan û bi hezaran qurbanî ji bo rizgarî û demokratîyê dane,
Muqteda Sedr koka olî û camewerî heye. Eyad Ellawî wek serokê mezintirîn alîyê hilbijatin û sîmbolekî niştimanî ye.




