Muqteda Sedr: projeya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî projeyeka Iraqî ye
Muqteda Sedr serokê alîyê Sadr ragihand, ku projeya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî projeyeka Iraqî ye, herweha ev proja han jî ji destêwerdana dervayî dûre.
Di evî derbarê de li gorî siteya "KTV", Muqteda Sedr di bersiva pirsekê de, ku ji alîyê alîgrê wî di derbarê bêjedana Îtîlafa Dewleta Qanûnê bo projeya vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî projeyeka dervayîye hatibû kirin, ku herdu dewletên Sûdîye û Turkîya piştivanîya evê projeyê dikin, ragihand, ku ev proja han projeyeka Iraqî.
Herweha Muqteda Sedr hêvî ji alîyên Iraqî xwest, ku li ser helwêstên xwe berdewam bibin.




