Sed rûdanên agir di heyivekê de li Akrê û Berdereş peydabûne

Akrê-Evro/ Berevaniya bajêrî li Akrê amara rûdanên agir berbûnê yên heyivekê yên her du qezanyên Akrê û Berdereş duhî 3/6 di pirês konfransekî da ragehandin ku sed rûdan peyda bûne.
Xisiro Haşim berpirsê ragehandina berevaniya bajêrî li Akrê diyar kir ku ji roja 2/5 heta 3/6 sed rûdanên agir berbûnê li akrê û berdereş peydabûne û ev rûdane di cura û cur bûn û dûmahî rûdan sotina dukanên bazarê qeza Berdereş bûn di van rûdana da çi ziyanên giyanî nebûnin bi tenê yên madî hebûn.
Navibirî xûya jî kir ku lîjnek bo diyarkirina ziyanên rûdana sotina dukanên bazarê berdereş hatî ye pêkînan û berdewam ya karê xwe dike û piştî bi dûmahî dihêt dê ziyanên madî hêne ragehandin.
Berpirsê ragehandina berevaniya bajêrî li Akrê aşikira kir ku pitiriya van rudanên agirî ji encamê havêtina cigaran û destkarî kirina zaroyan bi agirî peyda dibibin.




