Serok Barzanî beşdariya merasima bîranîna damezrandina YNKê kir

Hewlêr-KDP.info/ Bi amadebûna serok Barzanî û kunsilxaneyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, duhî hêvarî 3-6-2013 li çêştxaneya Tarîn ya bajarê Hewlêrê, bi helkefta 38`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, hêvarxwerdinek bi rêve çû.
Di wê hêvarxwendinê de, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih bi navê cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNK`ê Kosret Resûl Elî bi xêrhatina serokê Herêma Kurdistanê serok Mesûd Barzanî û mêvanên amadebûne kir.




