26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Bakur sipasiya helwîstê netewy yê serok Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Xwendevanên zanko û nivîser û rewşenbîrên Kurd li Bakurê Kurdistanê sipasiya helwîstê netewy yê serokê Herêma Kurdistanê bo çarekirina aştiyane ya pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin û daxwaz ji hemû part û aliyên siyasî yên Kurdî dikin ku piştivaniya helwêstê serok Barzanî bikin.

Mihemed Bîrcan xwendevanê Kurd li zankoya Dicle bo Evro diyar kirk u serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî rolek serekî di pirosêsa aştiya li Turkiya de gêraye û îro em wek Kurdên Bakur dibînin di encamê wê siyaseta Serok Barzanî  Turkiye jî naçar maye helwîstê xwe li hember Kurdan bide guherîn û got:" Divê hemû hêz û aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdiostanê piştivaniya helwêstê netewy yê Serok Barzanî bikin da di vê qonaxa gelek hestiyar li Rojhelata Navîn da ku Kurd bikaribim bi rengekê serkeftî serderiyê li gel pêşkevtina bikin û bêguman yekîtiya navmala Kurdî dê gerentiya mafê Kurdan li her çar parçên Kurdistanê bît."

Şemsedîn Bayram çavdêrê siyasî jî diyar kir ku Serok Barzanî idi rewşa niha ya gelek aloz de li Rojhelata Navîn kariye bi rengekê serkeftî serderiyê li gel wan aloziyan bike û şiyaye heta niha bi rengekê baş berevaniyê ji mafê Kurdan li Rojhelata Navîn bike û bi taybetî piştivaniya serok Barzanî ya bo çarekirina pirsa Kurdî li Turkiye gelek giring bû û got:" Îro Kurd bêtir ji her demekê nêzîkî yektir bûne û serok Barzanî rolekê serekî bo vê yekê gêraye û em wek Kurdên Bakurê Kurdistanê sipasiya serok Barzanî dikin û hêvîdarin hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê jî piştivaniya helwîstê netewî yê serok Barzanî bikin."

Li aliyê dî li bajêrên Amed û Batmanê bi destpêşxeriya çend rêkxirawên Kurdî çend simînar û çalakî sebaret bi pêvajoya aştiyê hatine saz kirin û pişikdarbûyan dilxweşiya xwe li hember vê pêvajoyê diyar kirin û sipasiya piştivaniya Herêmê Kurdistanê bi taybetî jî serok Barzanî kirin

Nûçeyên têkildar