26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tahir Sifok: Divê Rojavayê Kurdistanê nebe meydana şer

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Serokê encûmenê nîştmaniya kurd li Sûriyê di daxûyaniyekî da ragehand ku derbazbûna hêzên çekdar bo deverên kurdî li rojavayê Kurdistanê kiriyarekê dojmnane ye û di xizmeta rijêma Sûriyê daye û mafê kurdane li hember hêrişên komên çekdar xwe bi parêzin.


Tahir Sifok serokê encûmenê nîştmaniya kurd li Sûriyê û sikirtêrê parta nîştmaniya dîmokirata kurd li Sûriyê bo rojnama evro ragehand ku ew hêrişa komên çekdar yên ser bi artêşa azad bo ser devera efirînê şermezar dikin û got: (herêma Efirîn li jêr destê kurdan daye û çi hêzeka rijêma Esed li efirînê nîne û heke bi rastî komên çekdar yên ser bi artêşa azad dixwazin rijêmê ji nav biben û bi rûxînin bila biçin dîmeşqê şerî bikin û ji destê rijêmê azad bikin).


Serokê encûmenê nîştmaniya kurd herwesa diyar jî kir ku herêmên kurdan parastî ye û cihê çu hêzeka serbazî li herêma kurdan da nîne û got: "cihê rijîma Esed diyar e û hemû alî jî dizanin ku gelê kurd bi hemû hêza xwe ve li dijî rijêmêye lê em bi çu rengekê qebûl nakin ne rijêm û ne jî komên çekdar bikevne herêmên kurdî û her bizaveka li dijî kurdan û hêrişa ser deverên kurdî ji aliyê me ve nahête qebûl kirin û mafê gelê kurd e bi hemû hêza xwe ve parastina deverên xwe bikin."


Li ser pişkdariya di konfransê Cinêvê da jî Tahir Sifok diyar kir ku ew heta niha nizanin dê çu demekê konfransê cinêvê hête gêran û got: "heke biriyara sazkirina konfransê pêk hat dê her dû encûmenên kurdî bi navê desteya bilinda kurd pişkdariyê bikin û di nav xwe da jî em bizavê dikin rêkikevtina Hewlêrê pêk bihînîn."


Navihatî herwesa diyar jî kir ku wan wek encûmenê nîştmaniya kurd name bo wezîrên der ve yên emirîka û rosiya hinartine û got: "me di nameyên xwe da behsa giringiya pişkdariya kurdan di konfransê cinêvê da kirî ye û pêdivî ye her du encûmenên kurdî wek desteya bilinda kurd di konfransê da pişkdar bibin."


Serokê encumenê nîştmaniya kurd di pişkeka dî ya axivtina xwe da li ser şoreşa Sûriyê rawestiya û diyar kir ku kurd pişkeka bingehîn ya şoreşê û opozisyona Sûriyê ne got: "çarekirina pirsa kurd bi rengekî dîmokiratîk binemaya çareseriya pirsa Sûriyê bi giştî ye."
 

Nûçeyên têkildar