26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên li derve neşên pişkdariyê di helbijartinên herêmê da bikin

Çavkanî: KDP.info

Serbest Mistefa serokê komsîwna bilinda serbexweya helbijartinan li Iraqê amaje bi wê yekê dike, deqekê qanûnî nîne ku komsîwnê pêgîr bike bingehên dengdanê li dervey Iraqê veket, lewma kurdên ji dervey welatî dê bê behr bin ji helbijartinên serokayetiya perlemanê Kurdistanê û perlemanê Kurdistanê ku biriyar e 21/9 yê ev sale bihêne kirin û got "belê dê bo kesên nav herêmê û nav Iraqê bît, li ser me pêdivî ye û deqê qanûnî jî pê hene ku bingehên dengdanê bo wan vekin".


Serbest Mistefa amaje bi wê yekê kir ku babetê nepişkdarîkirina kurdên ji derve di helbijartinên herêmê da yê hatî ye yeklakirin ku ne ji aliyê piraktîkî û ne ji aliyê darayî û ne ji aliyê qanûn ve, derfet bi komsyonê nahête dan, rê bi welatiyên der ve bihête dan pişkdariyê di helbijartinên Kurdistanê da bikin û got " Em jî dixwazin welatiyên der vey herêmê pişkdarî helbijartinan bibin ji ber ku xelkê mene û kurdin û gelek ji wan çu nasnamên dî nînin ku mafê dengdaneka dî hebît"


Serokê komsîwna bilinda serbexweya helbijartinan li Iraqê amaje bi wê yekê kir ku rêyek heye kesên ji der vey welatî bişên pişkdarî di helbijartinên serokayetiya herêmê û perlemanê Kurdistanê da bikin, ewjî heke ev kesên ji der ve ta 15/6 anku sê heyivan berî helbijartinan navê xwe li Kurdistanê di tumarên dengdanê da tomar bikin û paşî li roja helbijartinan li Kurdistanê berhev bibin da dengê xwe biden.


Sebaret qanûna jimare 1 ya sala 1992 ê ku behsê welatiyên herêma Kurdistanê dike, ku mafê hey ji derve jî dengê xwe biden, di bersiva wê pirsiyarê da, Serbest Mistefa serokê komsyona bilinda serbexûya helbijartinan li Îraqê diyar kir têgehiştina wan bo vê qanûnê ku behsê der vey herêmê dike merem pê ew e dervey herêmê anku li nav Îraqê ne ji der vey Îraqê û got di helbijartinên berî nuke jî yên perlemanê Kurdistanê ku li sala 2009 ê hatî ye encamdan, her welatiyên kurd yên der vey Îraqê bê behrbbun ji dengdanê ".


Ji aliyê xwe ve, Aram Cemal rêveberê peymangeha kurdî bo helbijartinan ragehand ku pişkdarîkirina welatiyan di helbijartinên Kurdistanê da li her cihekê bît, mafekê seretayî û dîmokirasî yê welatiyane, ji ber ku van welatiyan regeznama îraqî ya hey, her çend e raste qanûn rêkê nadetê pişkdariyê di dengdanê bikin, belê di şiyan de ye qanûn bihête rastivekirin û sindoq bo welatiyên kurd yên dervey welatî jî bihêne danan herweku çawa di helbijartinên sala 2010 ê yên Îraqê da, sindoqên helbijartinan bo welatiyên îraqî yên ji der vey welatî hatîne danan, lewma pêdivî ye kar li ser bihête kirin ku kurdên ji der vey welatî jî bê behr nebin ji dengdanê.

Nûçeyên têkildar