26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsolosê Tirkiyeyê Xatira Xwe Ji Nêçîrvan Barzanî Xwest

Çavkanî: KDP.info

Di dîdarekê de ligel serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo malavayî û xatir xwastina xwe û dawî pê anbîn bi karê xwe weke konsûlê Tirkiyeyê li Hewlêrê, Aydin Selcen konsûlê giştîyê Tirkiyeyê li Hewlêrê ragihand, ku di demekê de ku peywendîyên Enqere û Hewlêr di asta herî aloz de bûn, siyaset û destpêşxerîyên Nêçîrvan Barzanî bûne hokarê arambûnê û pêşkevtinên peywendîyên her du alîyan di gişt buwaran de.

 

Pêş nîveroja duhî yekşembe 02/06/2013 serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazîya konsûlê giştîyê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê kir ku bi boneya dawî hatina bi karên xwe weke konsûlê giştîyê Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê, serdana serokwezîr Barzanî kiribû.

Di dîdarekê de serokwezîrê Kurdistanê supas û pêzanînên xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêşî konsûlê giştîyê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê kir ku di maweya karkirina xwe de li herêma Kurdistanê roleke diyar di berev pêş birina peywendîyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hebûye û herdem hewl daye peywendîyeke baş di navbera Hewlêr û Enqereyê de hebe. Nêçîrvan Barzanî herwisa hêvî xwast, ku Ayidn Selcen di erk û karê xwe yê nû de li her kuderê be, serkevtî be û herdem wek dostê herêma Kurdistanê bimîne.

Ji alîyê xwe ve jî konsûlê gitştîyê Tirkiyeyê yê li herêma Kurdistanê Aydin Selcen jî xêncî tekez kirina li ser supa û pêzanînên xwe û tîma konsûlxaneya giştîya Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê bo serokwezîr û hikûmeta herêma Kuridstanê bo piştgîrî û pêşkêş kirina hêsankarîyan bo cîbicîkirina karên wan de, xoşhalîya xwe jî beramber maweya kar kirina xwe ya li herêma Kurdistanê û pêşkevtinên peywendîyên navbera her d u alîyan nîşan da.

Konsûlê giştîyê Tirkiyeyê herwisa amaje bi ewê çendê da, ku Nêçîrvan Barzanî rola serekî di berev pêş birina peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û komara Tirkiyeyê de heye û di demekê de ku peywendîyên Hewlêr û Enqereyê di rewşeke gelek aloz de bûn, siyaset û destpêşxerîyên Nêçîrvan Barzanî bûne hokarê arambûnê û pêşkevtinên peywendîyan di hemû buwaran de, bi şêweyekê ku bi qazanjê herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê şika û hêvî jî xwast, ku peywendîyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê hemêşe berdewam û di pêşkevtinê de bin

Nûçeyên têkildar