Joe Biden projeya parçekirina Iraqê dîsan dixe rojevê

Ajans/ Cîgirê Serokê Emerîkayê Joe Biden fikra çend sal berî niha ya di serdema Proseya Azadiya Iraqê de germ dike û pêşniyara parçekirina Iraqê dîsan dixe rojevê.
Li gor nûçeyeke rojnameya Qebes a kuwêtî, ku li ser zarê çavkaniyeke agahdar belav kiriye, lê belê nexwestiye nav bê nivîsandin, Joe Biden li Washingtonê ligel çendîn berpirsên Iraqî rûniştiye û ji wan re gotiye ku fikra parçekirina Iraqê bi ser sê herêman de, baştirîn çareserî ye bo pirsgirêkên niha yên Iraqê.
Li gor heman rojnameyê, Biden bi awayekî eşkere ji wan iraqiyan re gotiye ku damezrandina her sê herêmên (şî’e, sune û kurd) bûye çareseriyeke pêdivî bo dawîanîn li kirîza siyasî û wê tevlîhevî û aloziya ku li Iraqê heye.
Di destpêka proseya rûxandina hikûmeta Sedam Husên, ahtina artêşa Emerîkayê û serhildana şer û şîdetê li navxwe yê Iraqê, Joe Biden dema senatorê demokratxwazan bû proje-pêşniyarek kir bo çareserkirina rewşa têkçûyî ya Iraqê, ew proje jî parçekirina Iraqê bû bi ser sê herêmên serbixwe di navbera kurd, şî’e û suneyan de. Jêder Basnews




