26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Stenbolê xwepêşandan berdewamin

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-Ajans/ Li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê xwepêşandan berdewamin û pevçûnên dijwar di navbera polîs û xwepêşandanan qewimîne û herî zêde şeva borî pevçûn tundtir bûne û gelek birîndar ketine.

Her weha di encama êrîşapolîsan a li hemberî welatiyên ji bo Parka Gezî ya Taksîmê nobet digirtin zêdehî 500 kes birîndar bûn û zêdehî 80 kes jî hatin binçavkirin.

Her weha cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç bi daxuyaniyekê ragihand ku divê ew rûdan bi dawî bibin û kêşeyên heyî ne bi gaza şotan û jopan belku divê bi îqnakirinê û diyalogê bêne çareserkirin.

Arinç di axaftina xwe de jî daye zanîn ku hin armancên siyasî li pey van xwepêşandanan hene û divê tehrîkkirina welatiyan neyê kirin

Nûçeyên têkildar