Serokê Herêma Kurdistanê hatina Îsra û Mîrac li Misilmanên Cîhan, Iraq û Kurdistanê pîroz kir

Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Subhanellezî Asrî bîebde lîlalemin elmescîd alhiram ale almescîd alaqsa ellezî barekna hulel nuriye min ayatina ane hu alsema albasîr
Sadaq Allehul Azîm
Ji bo hatina bîranîna bi rûmeta şevreva Îsra û Mîraca pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (D.X), pîrozbahiyeke germ pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û misilmanên Iraqê û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikim. Hêvîdarim hemû salê ev bîranîn bi xêr û xweşiyê vegerê û Kurdistan jî herdem avadan û pêşketî bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26 Receb 1433 Koçî
16 Hezîran 2012 Zayînî




