PDKê bi fermî navê xwe li cem komisyona hilbijartinan nivîsand

Bi mebesta cîhbicîh kirina kerûbarên qanûnî yên ji bo beşdarî kirin di hilbijartinên Kurdistanê de duhî partiya demokrata Kurdistanê bi fermî serlêdana xwe bo komisyona serbixwe ya hilbijartinan pêk anî û navê xwe nivîsand.
Di vê çarçoweyê de Berpirsê dezgeha hilbijartinên PDKê û heyeteke din yên PDKê serdana Komisyona serbixwe ya hilbijartinan li Hewlêrê kir û amadebûna partiya demokrata Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinan de ji komisyonê re ra gihand û belgeyên pêwîst jî pêşkêşî komisyonê kir. Jêder KTV




