26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK bi minasebeta 38 saliya YNKê peyamek pêşkêş kir

Çavkanî: KDP.info

Bi helkefta 38`emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di peyameke pîrozbahiyê de  polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê  pîorzbahiya sekreterê giştî heval Mam Celal û endamên polîtboruyê û serkirdayetî û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir.


Partiya demokrata Kurdistanê di peyama xwe de dupat kir ku rêkeftina stratejî ya di navbera herdu aliyan de peymanekî siyasî û niştimaniye û cext li wê yekê kiriye ku ev rêkeftin berpirsyatiyekî  mezin û giringe bo vê qonaxê û pêşerojê dixe ser estûyê herdu aliyan.


Her weha polîtboruya PDK`ê di peyama xwe de bal kişandiye ku peywerê rasteqîne ya wê peymanê destnîşan kiriye ku hertim bihevrebûna herdu aliyan destkeftên mezin bo gelê Kurd hatine destxistin , jibo wê jî erkê ser mile herdu aliyane ku biheman hestê û bi berpirsyartiya niştimanî kar bikin bo mandina wê rêkeftinê û geşepêdana wê.


Her di dawiya peyama pîrozbahiyê de  polîtboruya Partiya Demokrata kurdistanê hêviyên xwe bo başbûna sekreterê giştî û serokomarê Êraqê heval Mam Celal anine ziman ku bi zûtirîn dem bi tendirustiyekî baş vegere welat

Nûçeyên têkildar