26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li kanala asmaniya Gelî Kurdistan kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Birêveber û Kedkarên kanala asmaniya Gelî Kurdistan

Silav û rêz

Ji bo pêncemîn salvegera damezrandina kanala asmaniya Gelî Kurdistan, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên delal dikim û ji bo hêviya serkeftinên zêdetir dixwazim.

Ew pêşkeftina îro li warê teknîka gihandinê da heye derfeta wê yekê bi gelê me daye rewayiya doza xwe bi dinya binasênê. Ji bo wê yekê cihê xweşhaliyê ye ku îro Kurdistan xwedî hejmarekî zêdeyê navendên ragihandinêye û hêvîdarîn hemû pêkve bibin dengê rastiya gelê me. Eve jî erkekî qurse dikevê stûyê we yên ragihandinkar ku wekî Pêşmergeyek bergirî li hizra neteweyî û hişyariya gelê xwe bikin û rê nedin deng û rengê wê bê gûhertin û bawerî bi xwe bûna wî bête lawaz kirin.

Kanala asmaniya Gelî Kurdistan yek ji wan navendê medyayê çalake li Kurdistanê û li demek de gelek bi wêrekane bergiriyê li doza rewaya gelê me dike, bi heman awayî jî bûye sekoyek ji bo xistineruya kêşe û giriftên welatiyan. Hêvêdarim bi dilgermiyê ve li ser wê rêbazê berdewam bibin û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Her şad û serbilind bin

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar