Nêçîrvan Barzanî: Mixabin hindek alî daxwazkirina mafên gelê Kurdistanê bi şerim dizanin

Li bajarê Silêmaniyê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di şahiya derçûna xwendekarên zanîngeha Amerîkayê de kir.
Di merasima derçûna xwendekarên zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê de ku, Kosret Resûl cîgirê serokê herêma Kurdistanê, Berhem Salih û hijmareke wezîrên hikûmetê û mêvanên biyanî amadebûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û got ku, hikûmeta herêma Kutdistanê giringiyeke taybet bi warê perwerdeyê li herêma Kurdistanê dide:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê di gelek waran de pêngavên mezin avêtine, lê ji hemû waran zêdetir, giringî bi warê perwerde, xandnin û hînbûnê daye, ji ber vê yekî jî em dibînin ku, rêjeya nexwendewariyê li welatê me ber bi kêmbûnê ve diçe. Her çiqas hindek astengî û kêmatî hene, lê belê ez di wê baweriyê deme ku, em li ser rîyek rast diçin. Em li ser karnameya xwe ya di warê pêşxistina zanîngehên Kurdistanê de berdewam in. Em dê li ser bernameyê geşepêdana şiyanan jî berdewam bin.
- Serdema me serdema şoreşa hêza nerme (Soft Pawer) e. guhertinên lezgîn di hemû warand e bi ser jiyanê de tên, yek ji wan waran jî warê xandinê ye, em dixwazin em jî di nav pêşkeftinan de bin, ne dervey pêşkeftinan bin. Ji bona vê yekê jî, ji bilî hikûmetê divê civak û mamoste jî ji bo pêşkeftinên nû amade bin.
Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de ji xwendekaran re got:
- Hûn di van çar salên xwendina zanîngehê de baştir hîn bûn ku, aşitî bijardeya herî baş ya pêkvejiyan û çareseriya pirsgirêkan e. Ez hêvîdar im ku, hûn hêzeke zêdetir û zanayanetir bi wê mekanîzim û rêbaza herêma Kurdistanê dixwaze hemû arîşeyan bi rêya dîyalog û aşitiyê çaerser bike bidin.
Nêçîrvan Barzanî di peyva xwe de behsa pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê kir:
- Me çend pirsgirêk û arîşe digel Bexdayê hene ku, heta nuha nehatine çareser kirin. Di serdana min ya vê dawiyê bo Bexdayê de me digel birêz Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê û aliyên din yên peywendîdar, gelek bi zelalî û vekirî behsa pirs û çareseriyan kir û encam jî îmzakirina rêkeftinekê bû di navbera her du aliyan de. Her hîngê me ji wan re got; em hêvîdar in vê carê vê rêkeftinê cîbicî bikin ku, dê rê ji bo çareserkirina pirsên esasî jî veke, em hêvîdar in ku, daxwazên gelê kurd îhmal nekin û ji destûra Îraqê dernekevin.
- Em bi mafê xwe dizanin ku, pirsgirêkên weke; madeya 140ê, budceyeke adil li gor sîstema federalî. Pirsa budceya pêşmerge, pirsa qanûna neft û gazê ya Îraqê, mafê herêma Kurdistanê li çavkaniyên xwezayîde bi timamî bên çareser kirin. Li gor destûra Îraqê, çênabe bi tu awayî em şerm ji daxwazkirina dabeşkirina budceyê bi awayekî adil û daxwaza heqdestê kompaniyên neftê li herêma Kurdistanê bikin, mixabin hindek alî dixwazin daxwazkirina mafên gelê Kurdistanê bi şerim dizanin. Heta nuha hemû danûstandinên me digel Bexda û welatên din jî, di çarçoveya destûra Îraqê de bûn. Em dê bi wan hemû rêkeftinên ji encama danûstandinan hatine îmzakirin pabend bin.
- Divê li Îraqê hizra pêkvejiyan û demokrasiyê mokimtir bibe. Divê em rê ji dubarebûna şidet û regezperistiyê nedin. Siyaseta şimolî, takrrewî û baladestiya leşkerî bi tu awayî ji aliyê herêma Kurdistanê ve nayê qebûl kirin.- Em xwe bi hevbeş û şerîkên Îraqê dizanin, divê bi çavê hevbeşiya rasteqîne miamile digel me bê kirin, çumkî serdma piştgihxistinê bi ser çû. Em li çareseriya digerin, lê em dest ji mafên xwe û ew destkeftiyên me bidestxistine bernadin. Em rê nadin careke din tu kes û alî, herêma Kurdistanê bixin jêr desthilata nawendî, çunkî sîstema Îraqê sîstemek federalî ye û gelê Kurdistanê jî deng ji bo destûra Îraqê daye ku federalî kiriye şengesteyê dirustbûna Îraqê nû.
Serokwezîr di axaftina xwe de behsa rewşa navxweya herêma Kurdistanê kir û got:
- Her çiqas hindek cudahiyên siyasî li ser hindek meseleyan li navbera partiyên siyasî de hene, lê ez we dilrehet dikim ku, em dê her bi yekgirtî bimînin û ji bona zêdetir pêşxistina civaka xwe di hemû waran de bergiriyê ji herêma xwe bikin. Ez ji hemû aliyên herêma Kurdistanê re dibêjim divê em cudahiyên xwe yên siyasî nekin nakokiyên nava civakê




