Berpirsekî Yeketiya Ewropa: Em her dem piştevaniyê li mafên rewa yên gelê kurd dikin

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Berpirsê berfirehkirina Yeketiya Ewropa piştî hevdîtina li gel Selahedîn demîrtaş hevserokê BDP ragehand ku yeketiya Ewropa giringiyeka mezin dide qonaxa aştiyê li Turkiya û got: " Em ji nêzîk ve ji bizavên Ebdulla Ocelan agahdarin û bi temamî piştevaniya destpêşxeriya Ocelan dikin û hêvîdarin ku aştî li hemû Turkiya cêgir be."
Stefan Fule berpirsê berfirehkirina yeketiya Ewropa li birukiselê li gel Selahedîn demîrtaş hevserokê BDP hevdîtinek saz kir û di hevdîtinê da demîrtaş daxwaz ji yeketiya Ewropa kir ku piştevaniyeka bi hêz bidene qonaxa aştiyê û diyar kir demê vê yekê hatî ye yeketiya Ewropa jî rewenda kurd bi nasnameya wan ya resen qebûl biket û got: " Piştevaniya herî bi hêz bo qonaxa aştiyê li Ewropa qebûlkirina nasnameya netewa kurdî ye û pêdivî ye Ewropa êdî kurdan ne wek, turik, ereb û faris lê wek kurd qebûl biket û rêzê li nasnameya resen ya kurdan bigire, ji ber ku di vê qonaxê da her pênigaveka erênî dê delîveya çarekirina pirsa kurd baştir biket."
Herwesa stefan fule berpirsê berfireh kirina yeketiya Ewropa jî ragehand ku ew wek yeketiya Ewropa ji dil ve piştevaniya qonaxa aştiyê li Turkiya dikin û got: " Em her dem piştevaniyê li mafên rewa yên gelê kurd dikin û ev qonaxa ku bi destpêşxeriya Ocelan û erdoganî destpê kirî ye qonaxeka dîrokî ye û bi bêy şer vekêşana hêzên gerîla jî hêvyên me bo aştiyê û çarekirina pirsa kurd bi hêztir dike û bo serkevtina qonaxa aştiyê û çarekirina pirsa kurd ya ji destê me bihêt dê kin û em bi dilsozî serederiyê di gel qonaxa niha li Turkiya dikin."
Di dûmahiya kombûnê de demîrtaş diyar kir ku niha berhevyên baş bo nivîsandina distûrekê nû li Turkiya dihêne kirin û got: " Em wek BDP amadeyne di nivîsandina distûrekê dîmokiratîk da cihê xwe bigirin û bo me ya girîng pêşkevtina dîmokirasiya Turkiya û bi dest êxistina mafên netewî, keliturî û siyasî yên gelê kurde û ew yek jî bi aştî û dîmokirasiyê pêk dihêt




