26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qamişlo, PYD xalên pişknînê datîne

Çavkanî: KDP.info

Alîgirên Partiyta Yekîtiya Dîmokrat PYD ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, xalên pişknînê li bajêrê Qamişlo datîne û ev çende jî bûye cihê nerazîbûna Encûmana Niştimaniya Kurdî li sûriya ENKS.

 

Alîgirên PYD 2 xalên pişknînê di çar riyana Elef û nêzîkî Mizgefta Selman Farisî danîn, bi mebesta pişknîna tirûmbêlan.

 

Tê zanîn di demekê de berê “komîtên gelêrî” ser bi PYD, xalên pişknînê li herêma Efrînê danabûn û bio bêyî ku deselat çi helwêsta li hemberê hebe.

 

Di vê barê Îsmaîl Hemê serokê ENKS daxwa xwe nîşanda ji ber ku çi hemahengî di navbera hêzên Kurdî de di vê barê de çênebûye herweha xuya kir ku “Kurd bi giştî ji van riftaran ne razî ne”.

 

Hemê bo ajansa (Mîdyanews) got, “Danîna xalên pişknînê bê bê hemahengî di gel ENKS amaje bi takbûna standina biryara dide ji aliyê PYD ve, sebaret bi kar û barên Kurda”.

 

Herweka Tekez kir, “Cihê daxiyê ye ku PYD van xalên pişknînê dadine ji ber ku çi pêwîstî ji bo xalan li bajêrê Qamişlo nîne, ji ber ku çi valahiyek emnî nîne lew re jî armanc ji danîna van xalan parastina deverê nKurdî nîne lê armancên din li pişt van karan heye”.

 

Tê zanîn danîna xalên pişknînê ji aliyê PYD ve li gundê Basûtê ser bi Efrînê bûye cihê nakokiyan di navbera xelkê gund û alîgirên PYD û li encamê jî herdû aliyan gule avêtin û bûye egera birîndar bûna kesekî.

Nûçeyên têkildar