26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Rêjîma Sûriyê bikaranîna çekê kîmyayî red dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Ajansên Lobnanî ser asasê çavkaniya ji hikumeta Sûryê roja sêşemê ragihandin, ku leşkerên Sûryê çekê kîmyayî dijî serhildêran li derdora Şamê bikarnanîne.

Her wek çavkanî dibêje, di encamê teqîna li embara cebilxanên serhildêran hilma metiryalên kîmyayî ne dûr ji paytexta Sûryê peydabû. Çavkaniyê destnîşankir, ku teqîna li embara cebelxanên opozisyona çekdar ya li tara Jûbar çavkaniya van hilman bû.

Herweha li gor zanyariyên rojnama frensî `Mond` çekê kîmyayî dijî çekdarên opozisyonê li tara Jûbar hatibû bikaranîn. Rojnamevanên rojnama `Mond` texmîn dikin, ku çekê kîmyayî bi çekên hêsirbaran ve hatibe bikaranîn jibo bikaranîna çekê kîmyayî veşêrin.

 

Nûçeyên têkildar