25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xula derçûna zimakê îngilîzî li Amêdiyê bi dawî hat

Çavkanî: KDP.info

Amîdiyê-KDP.info/ piştî bu mawê (6) mehan xula fêrbûna zimanê înglîzî ewa ku li rêkeftî 2012/12/1 li Amêdiyê bo hejimareka xwendevav û fermanberên devera Amêdiyê vekirî bi dawî hat.

Peymangeha (Haydway) li Dihukê bi hevkarî digel qunsilxana Emerîkî li Hewlêrê li rêkeftî 2012/12/1 xuleka fêrbûna zimanê înglîzî li Amêdiyê vekir bû û bo mawê (6) mehan vekêşa, li roja sêşembî rêkeftî 2013/5/28 xula navhatî bi dawî hat.

Bi berhevbûna xanim Kîmbirlî Ronk cêgira qunslê giştî ya Emrîkî li Hewlêrê û Mihemed Mihsin serokê civata pêşvebirina Amêdiyê û Liqman Imer rêveberê perwerda qeza Amêdiyê û Kawe Mihemed Reşîd berpirsê rêkxirawa Werar ya vekulîn û geşepêdanê li Amêdiyê û Selam Imer Elî berpirsê peymangeha "Haydway" ya Emrîkî li Dihokê û gişt beşdarbûyên xula fêrbûna zimanê înglîzî, rê û resmên belavkirina bawernamên derçûnê bi rêveçû .

Xanim "Kîmbirlî Ronk" cêgira qunslê giştî ya Emrîkî li Hewlêrê peyvek pêşkêş kir û xweşhaliya xwe diyar kir jibo vekirina vê xulê û dîsan got jî bo cara yekeme seredana bajêrê Amêdiyê diket û bajarekî dîrukî û ciwan da niyasîn, û hevkariya xwe ya berdewam da diyarkirn.

Mihemed Mihsin serokê civata pêşvebirina Amêdiyê di peyvekê da bi navê xelkê amêdiyê sipasîyên bê payan arastey mamosta Selam Imer  berpirsê peymangeha (Haydway) ya Emrîkî li Dhukê kir jibo vekirina vê xulê û daxwaziya berdewamiyê jê ra kirin, û dîsan sipasiya qunslxaneya giştî ya Emrîkî li Hewlêrê jî kirin jibo hevkariya wan digel peymangehê de, û dîsan sipasî arastey mamostayê xulê jî kir jibu mandîbûna wî digel beşdarbûyên xulê.

Hêjayî gotinê ye ku xula navhatî bo mawê (6) mehan ya berdewam bû û her hefteyê çar roj bûn û her rojê (2) demjmêr bûn, û (40) xwendevan û fermanber û mamostayan beşdarî têda kirbûn û ya bê beramber bû

Nûçeyên têkildar