Li Çomanê 37mîn salvegera şoreşa Gulanê hate bîr anîn

Çoman- KDP.info/ Duhî li Bajarokê Çomanê ya li Devera Balakatê bi beşdariya Serok Barzanî bi merasimeke girseyî 37mîn salvegera Şoreşa mezin ya Gulanê hate bîranîn.
Di vê merasima han de ku, hijmareke zêde ji şîniyên deverê û kadr û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê jî têde beşdarbûn, çendîn peyv û gotar di derbarê girîngiya Şoreşa Gulanê de û herwiha bandora Şoreşa han li ser doza Kurd hatin pêşkêşkirin.
Di vê merasima han de serok Barzanî jî çendîn pêşmergeyên beşdar yên şoreşa Gulanê xelat kir.
Piştre bi pişikdariya çend hunermendan û bi şahî û dîlanê aheng berdewam bû




