26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Muftî: Destûr di hemû qonaxan re derbas bûye û êdî divê milet biryarê li ser bide

Çavkanî: KDP.info

Herçiqas heta niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê destûra Kurdistanê de helwêsta xwe ya fermî ranegehandiye, lê belê li gor Endamê Polîtburoya YNK-ê û serokê gera dûyem a Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî, " Destûr di hemû qonaxan re derbas bûye û êdî divê milet biryarê li ser bide."

Di hevpeyvînekê de ligel govara Gulan Ednan Muftî bi awayekî eşkere got: " Nûnerên hemû aliyên siyasî, neteweyî û olî yên Kurdistanê di lijneya dariştina vê destûrê de cîh digirtin û hemûyan jî deng li ser daye, loma di warê yasayî de hemû qonax derbas kirine, ti têkilî bi serokê herêmê û parlamentove nemaye û divê bikeve referandûmê-rapirsiyê."

Muftî wiha dibêje: " Eger têbiniyên aliyên siyasî jî li ser hebin, divê hevdengiyek siyasî çêbikin û ji vêna jî girîngtir divê li derveyê parlamentoyê minaqeşeyê li ser projeya destûrê bikin, piştre wek paşkoya projeyê pêşkêşî parlamentoyê bê kirin daku parlamento bixe bernameyê kar û eger dengê piraniya parlamenteran bidest anî, êdî were pesend kirin."

Nûçeyên têkildar