Biriyar e 15 hizar kes bihêne damezirandin

Hewlêr-KDP.info/ Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand ku ev sale damezirandina fermanberan weku sala borî nabe û dê bi rêya encûmenê rajey li damûdezgehên hikûmeta herêmê bihêne damezirandin û biriyar e 15 hizar kes bihêne damezirandin.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir jî ku li her du salên borî pirosa damezirandinê bi rêya rêveberyên amarê bû û welatî li dûv xalendyê dihatine damezirandin û got: " Vê salê dergehê damezirandinê dê bi rêya encûmenê raje hête vekirin û bo ev sale 15 hezar pilên damezirandinê hatine pesendkirin û dê di nav dam û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê da hêne damezirandin."
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê aşikira kir ku hêşta encûmenê rajey hêşta nehatî ye pêkînan, belê dê bihête pêkînana û çendîn kesan CV yên xwe bo vê meremê pêşkêşikirine




