26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di yekem kerinevalê parêzgehbûna Dihokê de, hemû rengan di kerinevalê de hevgirtin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta (44) saliya xwe, dikerinevalekê ji hejî da duhî êvarî bo caraêkê di dîroka parêzgeha Dihokê da di rê û rsmekê jihejî da û bi mêhivankirina deng û rengên her çiwar parêzgehên Kurdistanê û pişkdariya şand û nûnerên çiwarde welatên biyanî, bi kerinevaleka berfireh ku dihête hijmartin yekem pênigav piştî çil û çar salan û li jêr diruşimê hemû reng di kerinevalî da hev digirin û bi ne amadebûna parêzgerê Dihokê û qaymqamê qezayê dest pêkir û heta evro êvarî dê ya berdewambe.


Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û hunerî û werziş û lawan li hikûmeta herêma Kurdistanê dipeyvekê da diyarkir ku raste evro çil û çar sal ser bi parêzgeh bûna Dihokê ve derbaz dibin, lê heke li dîrokê bizivirin mêjûya jiyanê livî cihî bo pitir ji çiwar hizar salan dizivirît, got jî: yekem care kerinevaleka bivî şêwey li parêzgeha Dihokê dihête gêran û got ew dê hemû bizavan bikin salane divê rojê da kerinevalên bivî rengî bihêne gêran û dê hemû bizav hêne kirin wênên wan kesan yên ku bi dirêjahiya mêjûyê xizmeta vî bajêrî kirin nîşadin û dê bizavê bikin befirehtir û bi rengtir lê bihêtin û nuke jî xelkekê zor yê pişkdar e û divêt bizav bihênekirin salên dahatî karbikin bo pitir pişkdarî têda hebe, çunku Duhok ya navdare bi rengên xwe yên cuda cuda û aynên xwe yên cuda.
Paşan (Dr. Fazil Umer) serokê civata parêzgeha Dihokê peyva civatê û kargêriya parêzgehê xwand witêda destxweşî li wan kesan kirin yên ku ev kerinevale rêkixistî û xwast li rojihelata navîn bigiştî êdî dengê tiveng û çekî nemîne û dengê birayetî û pêk vejiyanê û muzîkê bilind bibe û piştevaniya parêzgehê jî bu kerinevalê derbirî.


Eyub Remezan rêveberê giştyê rewşenbîrî werziş û lawan li Dihokê dipeyva xwe da diyarkir kir ku armanc ji gêrana kerinevalê ew bûye Dihok bu cîhana der ve bihête niyasîn û got: Xelkê vî bajêrî gelek nexweşî û derdeserî dîtine û jihejî kerinevalekê bivî rengî ne û û got jî (hîvî xwazim bo salên bihên bes em cihê kerinevalê destnîşankin û xelk bi xwe bi reng û şêwazên cuda li wêderê berhev bibin.


Gorgîs Şilîmon cêgirê parêzgerê Dihokê yê berê bo evro got: Pêxweşhalin bo yekem car parêzgeha Dihokê bi vî rengê berfireh kenevalê parêzgeh bûna xwe digêre û hîvîxwazîn hemû salan ciwantir wiberfirehtir kerineval bihênegêran.


Cemîl Ehmed Bêtikarî pêşimergekê şureşa îlûnê ku amadeyî kerinevalê bû, bo evro got: Em weku xelkê Dihokê me gelek derde serî ya dîtî û rojên sext û dijwar yên bi sermeda hatîn û saya serê perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê evro em di keyif xuşîn bivê kerinevalê û eve berhemê pêşimergeyî û xebata çûl wiçiyane, û hîvî darim salane kerinevalên bivî rengî bihêne gêran pêxemet nîşandana kiltor û fulklorê me bo cîhana der ve û nîşadana şarstanî û avedanî û pêşkeftin evro ya welatê me, gotjî: Çend parêzgeha Dihokê pêşkeve û xuş be dê welatî me aramtir bibe.


Mihemed wehab nûnerê şandinê birayetî û lawên Kerkûkê ku bi bîst endaman ji pêkhatên cuda cuda yên parêzgeha Kerkûkê pişkdarî kerinevalê parêzgeha Dihokê da kiribûn bo rojnama evro got: Liser daxwaza wezareta rewşenbîrî wilawan me pişkdarî divî kerinevalî da kirî ye wixuşhaliya xwe derbirî hember vê pişkdaryê widhok bi bajêrekê ciwan navikir û xwast li paşerojê li bajêrê Kerkûkê jî ev cure kerinevale bihênekirin ew tenahî û aramiya herêma Kurdistan Kerkûk jî vegire.


Di penelê dûmahyê de bi pişkdariya çend hunermendên Kurdistanê û derve ahengeka stiran gotinê hate gêran û heta direngî şev berdewam bû

Nûçeyên têkildar