26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed serdan Înistîtuta Kelepûrê Kurdî kir

Çavkanî: KDP.info

 Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja pêncşemiyê (14.06.2012), li bajarê Silêmaniyê serdana Înistîtuta Kelepûrê Kurdî kir û ji aliyê hunermend Mezherî Xaliqî û kêmîteya rêvebir ve hat pêşwazî kirin.

Înistîtuta Kelepûrê Kurdî bajarê Silmaniyê ji beşeên; şano, sînema, muzîk, studyoya deng û reng, arşîv û kitêbaxenya taybet bi zimanê kurdî û çapxanyê pêk tê.

Cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê serdana yeke bi yek beşên Înistîtuta Kelepûrê Kurdî kir û jê nêzîk ve haydarî rewşa burêveçûna kar û xebatên wan beşan bû.

Paşî di hevdîtineke navbera serok û rêvêbirên Înistîtuta Kelepûrê Kurdî û cîgirê serokê hikûmetê de, hunermend Mezherê Xaliqî serokê Înistîtuta Kelepûrê Kurdî behsa kar û xebatê Înistîtuta Kelepûrê Kurdî a bajarê Silêmaniyê kir û got ku, wan heta nuha gelek CD, kitêb û arşîv ji kelepûrê kurdî bi awayekî zanistî parastine û kitêbxaneyeke taybet bi zimanê kurdî ji zaravaê; hewramî, soranî, kirmanzî, zazakî û herwesa ji kelepûrê şebek û êzidiyan komkirine.
Xaliqî got jî ku, Înistîtuta Kelepûrê Kurdî di parastina kelepûrî kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê roleke mezin û giring dilîze.

Ji aliyê xwe ve Îmad Ehmed behsa giringiya kar û xebatên Înistîtuta Kelepûrê Kurdî kir û ew bilind nirxandin û got ku dagîrkeran gelek hewildaye ku kultur û kelepûrî miletê me jinav bibin, lê sntrekî wisa mezin roleke mezin di parastina kelepûrê miletê kurd dibîne.
Îmad got:
- Di rêya senterê Înistîtuta Kelepûrê Kurdî em dikarin digele tevaya welatên cîhanê peywendiyên lihevguhertina kelepûrê ava bikin û hikûmeta Kurdistanê jî amadeye hemû hekarî û alîkariyan bi Înistîtuta Kelepûrê Kurdî re bike.

Nûçeyên têkildar