Ehmed Turk: Dem hatiye Tirkiye bi Kurdan re runê

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk di axaftina xwe ya li Konferansa Aştî û Demokrasiyê de diyar kir, ku, êdî dem hatiye Tirkiye bi Kurdan re rûnê.
Li gor ajansa ANF Ehmed Turk da xuyakirin ku piştî pêvajoyeke bi êş û giran, û diyar kir ku divê mirov bi tenê weke pirsgirêka dewletê û PKK'e li mijarê nenêrin û destnîşan kir, ku ev têkoşîna demokratîk wê bandoreke mezin li gelên din jî bike.
Hevserokê KCD'ê ragihand ku gelê Kurd aktoreke girîngê û pirsgirêk jî veguheriye pirsgirêka tevahiya Rojhilata Navîn.
Turk anî ziman ku helwesta dewleta Tirkiyê rê li ber fikaran vedike û got: "Êdî dem hatiye Tirkiye bi Kurdan re rûnê. Hêzên demokratîk wê pêşî li pêvajoyê vekin. Eger ev pêvajo careke din ji dewletê re bê hiştin, dikare wenda bibe."
Li ser pirsgirêka Kurd li Tirkiyê jî Turk weha dewam kir: “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka herêmê hemû ye. Kurd sedema aramî û nearamiya Rojhilata Navîn e. Divê em bi cîhaneke nû, feraseteke nû û bi nêrîneke nû destpê bikin."




