Rejîma Sûrî di Konferansa Aştîyê de Beşdar Dibe

Ajans-KDP.info/ Hikûmeta Sûrîyê ragihand ku nûnerên rejîmê di konferanseke navneteweyî ya aştîyê de beşdar dibin, bi armanca bi dawî anîna şerê Sûrîyê.
Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Mualim duhî roja Yekşmê li paytexta Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî re kom bû û got ku hikûmeta wî bawer dike ku konferansa aştîyê “delîveke baş e jibo vedîtina çareserîyeke sîyasî bo kirîza Sûrîyê.”
Hêjayî gotinê ye ku biryare konferansa aştîyê, ku ji layê Amerîka û Rûsyayê ve hatîye pêşnîyarkirin, meha hezîranê li Cenevreyê birêve biçe.




