25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa daxwaz kir ku Ewropa zêdetir giringî bi Kurdistanê bide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Gêyeremo Matînez rawêjkar û berpirsê beşê siyasî li Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve amadebû, Matînez behsa serdana xwe ya bo Îraq û herêma Kurdistanê û dîdar û civînên digel berpirsên îraqî û kurdistanî kir û dilgiraniya xwe li hember rewşa aloza Îraqê nîşan da.

Felah Mistefa, ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêmê û ew pêşkeftinên li herêma Kurdistanê di hemû waran de bidestve hatine kir û di axaftina xwe de îşaret bi pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê lêdixebite ku, hemû arîşe bi aşitî û bi diyalogê bên çareser kirin.

Pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê û rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê ku, jimara wan digehîje 141 hear penaber, mijarên din yên dîdarê bûn.

Mistefa, alîkarîkirina Yekêtiya Ewropayê ya di warê bihêzkirina saziyên sîstema federalî û demokrasiyê li Îraqê bi giringî wesif kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, Yekêtiya Ewropayê zêdetir giringiyê bi herêma Kurdistanê bide.

 

Nûçeyên têkildar